Plana nû ya bicihbûnê ya İsraîlê

Liberman wê plana nû ya bicihbûnê bişîne ber hikûmetê

Plana nû ya bicihbûnê ya İsraîlê

Zilma israîlê ya li ser filistîniyan her ku diçe zêdetir dibe. eskerên israîlê, li ser sînorê gazzeyê 3 filistînî birîndar kirin.

li rojavaya şerîayê jî, ekîbên hilweşandinê bi piştgiriya eskeran dest bi xirakirina xaniyên 30 filistîniyan kirin.

li aliyê din rêxistina azadiya filistînê; welatên ku desthilatdariya dewleta filistînê qebûl nakin, şermezar kir.

Zilma Israîlê ya li Filistîniyan her ku diçe zêdetir dibe.

Li Gazzeyê di protestoyên aştiyane de dîsa şîdet hebû.

Eskerên Israîlê ji bo Filistîniyan bisekinîne bi guleyan êrîş kir.

Di êrîşê de 3 filistînî birîndar bûn.

Israîlê, li Rojavaya Şerîayê jî ji bo xirakirina xaniyan dest bi xebatan kir.

Ekîbên hilweşandinê bi eskeran re çûn geliya Es Sigê. Xwestin 30 malên filistîniyan xira bikin.

Filistîniyan, guh nedan îqazên ekîban û li ber wan rabûn.

Israîl, li aliyekî qerara hilweşandina cihên filistîniyan tetbîq dike, li aliyê din jî dixwaze planên nû yên bicihbûnê yên ji bo Israîliyan bixe dewre.

Wezîrê Parastinê yê Israîlê Avigdor Liberman, plana ji bo 31 cihên bicihbûnê ya li El Halîlê, roja yekşemê dê bide ber hikûmetê.

Hin endamên hikûmetê rexne li plana nû ya bicihbûnê digirin û dibêjin hikûmet haziriya projeyeke wisa dike ku ji ber vê, dê welat bikeve nav talûkeyê.

Rêxistina Azadiya Filistînê mesajek belav kir. Di peyamê de welatên ku desthilatdariya rêxistinê û dewleta Filistînê qebûl nakin, şermezar kir.

Di mesajê de wiha hat gotin; em ê li hemberî hemû aliyên li dijî dershilatdariya me, di warê hiqûqî û siyasî de micadeleya xwe bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2018, 14:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE