Polonya ji bo rojnameger bikaribin herin ser sînorê Belarûsê wê destûr bide

Polonya ji bo rojnameger bikaribin herin ser sînorê Belarûsê wê destûr bide

Li Polonyayê pêşnûmaya qanûna gorî hin rê û rêzikan destûrê dide ku rojnameger bikaribin herin ser sînorê Belarûsê, hat qebûlkirin.

Ofîsa Serokwezîriyê daxuyanî weşand û ragihand ku verastkirineke der barê parastina sînorên welêt da ji alî hikûmetê va hat pesendkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi verastkirinê va tê payîn sînor çêtir bên parastin û tevlî vê jî rojnameger gorî hin şert û mercan wê bikaribin herin ser sînorê Polonya-Belarûsê.

Hat gotin ku li ser sînorê herdu welatan jî kesên dixwazin derbasî Ewropayê bibin hene û li ser tevgera alî Belarûsê radixe pêş çavan jî hat sekinîn.

Ofîsa Serokwezîriyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku bi saya verastkirinê va wê ewlehiya muhafizên sînor jî zêde bibe û rojnameger jî gorî rê û rêzikên taybet wê bikaribin bikevin herêma sînor.

Di vê navberê da Berdevkê Parlementoyê Ryszard Terleckî diyar kir ku ji bo saziyên çapemeniyê yên neteweyî wê destûr bê dayîn lê bo çapemeniya herêmî destûrê tunebe.

Varşovayê li herêma ku koçberên ji Belarûsê dixwazin derbasî Polonyayê bibin û ji wir jî biçin Ewropayê rewşa deresayî îlan kir.. Polonyayê destûr nedida ku rojnameger û saziyên civakî yên sivîl bikevin qada qasî 400 kîlometreyî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE