Polêsê eskerî yê Ûris dewriyeyên xwe didomîne

Wezareta Parastina Rûsyayê: "Polêsê eskerî yê Ûris li gozergahên Acemî-Karakoza-Kobanê-Koran, Qamişlo-Fakîra, Qamişlo-Simêlka dewriye kirin"

Polêsê eskerî yê Ûris dewriyeyên xwe didomîne

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku li gor mitabaqata navbera Tirkiye û Rûsyayê da polêsê eskerî yê Ûris li bakurê Sûriyeyê li gozergahên nû dewriye geriyan.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Lihevanîna Aliyên Sûriyeyê ya Wezareta Parastina Rûsyayê hat dayîn, polêsê eskerî yê Ûris li gor mitabaqatê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê wek dewriye geriyan. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Polêsê eskerî yê Ûris li gozergahên Acemî-Karakoza-Kobanê-Koran, Qamişlo-Fakîra, Qamişlo-Simêlka dewriye kirin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor mitabaqata ku herdu welatan li ser hev kir, divê li herêmê hemû ûnsûrên YPG/PKKya rêxistina terorê heta sibe êvarê werin derxistin û wiha hat gotin, "Heta 29ê cotmehê saet 18.00î ûnsûrên Kurd û çekên wan divê 30 kîlomêtre ji sînorê Sûriye û Tirkiyeyê werin dûrxistin. Piştî vî qasî ji aliyê rojava û rojhilata sînorên qada Herekata Kaniya Aştiyê va bajarê Qamişlo ne tê da 10 kîlomêtre di hindur da dewriyeyên hevpar ên Tirk û Ûris wê dest pê bikin."

Her wiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku divê ûnsûrên YPGyê bi çekên wan va ji Minbiç û Til Rifetê werin derxistin û wiha hat gotin: "Bicihanîna van fealiyetan wê ji bo îstiqrara ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê bibe xizmet."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE