Polêsê Kanadayê li hemberî xwepêşanêrên li Ottawayê madeya kîmyayî emiland

Polêsê Kanadayê li hemberî xwepêşanêrên li Ottawayê madeya kîmyayî emiland

Hat ragihandin, di operasyona ku polêsê Ottawayê di protestoyên "Konvoya Azadiyê" ya ku ajokarên kamyonan ji ber astengiyên Kovîd-19ê wekî bertek organîze kirin da, li dijî xwepêşandêran şemiyê serê sibehê da destpêkirin, piştî xaza îsotan madeya kîmyayî ya ku dibe sedema herişandinê emiland.

Di operasyona ku qanalên têlevîzyonê yên neteweyî zindî weşandin da xuyan kir ku polêsan gava koma li hember ber bi paş da dehf dan, madeya kîmyayî ya ku dibe sedema herişandinê jî emilandin.

Teşkîlata Polêsê Ottawayê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da jî ragihand ku wan madeya kîmyayî emiland.

Hêzên ewlekariyê roja şemiyê 47 kesên din jî binçav kirin, 38 wesayîtên xwepêşandêran jî hatin rakirin.

Polêsê Ottawayê ragihand, di nava binçavkiriyan da ew protestovan hene ku di li ser wan êlengên pola û di çenteyên wan jî bombeya mijê û fîşengên hewayî hatin bidestxistin.

Tevî yên dawîn, hejmara xwepêşandêrên di protestoyên li Ottawayê da hatin binçavkirin, derket 170yî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE