Li herêma Bajarê Kevn a Qudsa Rojhilat polêsekî Îsraîlê bi îdiaya "wê êrîşa biçek bikira" jineke Filistînî kuşt.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya polêsan, jinika 30 salî li Mescîda Eqsayê li ber Deriyê Silsileyê bi alaveke tûj va êrîşî polêsa kir.
Hat gotin li ser vê polêsan bi guleyên rastîn va jinik berteref kirin.
Piştî bûyerê Deriyê Şamê jî di nav da hin deriyên Bajarê Kevn hatin girtin.
Li gor çavkaniyên herêmî navê jinikê Îsra Huzeyme ye û ew li ser nifûsa Kabatiyaya bajaroka Cenînê ya Şerîaya Rojava ye.AA