Polêsên Îsraîlê ketin hundirê hewşa Mescida Eqasyê ya li Qudsa Rojhilat û di dîwarekî da hoparlor bi cih kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Weqfên Îslamî ya Qudsê da hat destnîşankirin ku polêsên Îsraîlê roja pêncşemê ji bo ku hoparlorê bi cih bikin, xwestin ku mînareya li aliyê Deriyê el-Esbatê were vekirin, lêbelê rêveberiyê ev yek red kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku polêsên Îsraîlê îro jî xwestin ku deriyê mînareyê vekin, lêbelê pasevanên Eqsayê destûr nedan û li ser vê yekê polêsên Îsraîlê bi ser hewşa Mescida Eqsayê da girt.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku polêsên Îsraîlê bi nerdewanê hilkişayan û hoparlor û cihazê elektronîk bi dîwarê bakur ê Mescida Eqsayê bi cih kirin.
AA