Polêsê Îsraîlê ket Mescida Qibleyê ya li Mescida Eqsayê

Polêsê Îsraîlê ket Mescida Qibleyê ya li Mescida Eqsayê

Hat ragihandin, polêsê Îsraîlê ket hundirê Mescida Qibleyê ya li Mescida Eqsayê.

Bûyerên ku piştî nimêja sibehê bi keviravêtina ciwanên li hewşa Mescida Eqsayê kom bûn dest pê kirin, didomin.

Polêsê Îsraîlê avêt ser hewşa Eqsayê, bi guleyên kauçuk û bombeya deng va midaxeleyî ciwanan kir û cemaeta li Herema Şerîf bi zorê derxist derva.

Polêsê Îsraîlê paşê bi paş da vekişiya, destûr da ku cemaet têkeve hundir. Lê ji ber ku ciwanan dîsa kevir avêtin, cardin ketin hewşê.

Polêsê Îsraîlê bi lêdanê va cemaet derxist derva û ket hundirê Mescida Qibleyê ya ku ciwan lê bûn.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sor a Filistînê, ji ber midaxeleya polêsê Îsraîlê heta niha herî kêm 90 Filistînî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku birîndar bo nexweşxaneyên li herêmê hatin sewqkirin.

Di daxuyaniya polêsê Îsraîlê da jî hat ragihandin ku 3 polês bi sivikî birîndar bûn.

Di dîmenên ku ev çend roj in li ser medyaya civakî tên parvekirin da Cihûyên fanatîk îdia kiribûn ku ew ê di Cejna Bêhevîrda qurbanên xwe li Eqsayê serjê bikin.

Lêbelê Serokomar, Serokwezîr û peywirdarên payebilind ên ewlekariyê yên Îsraîlê ragihandibûn ku ew ê destûrê nedin gaveke bi vî rengî û ew ê statukoya li Eqsayê bidomînin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE