Polêsên Iraqê di "alarma sor" da ne

Di vê navberê da tê payîn ku Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî beriya çalakiyên sibê wê îro xîtabî gel bike.

Polêsên Iraqê di "alarma sor" da ne

 Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ji ber çalakiyên ku tê plankirin sibê li seranserê welêt bên kirin ji bo alarma sor" telîmat da hemû hêzên ewlehiyê.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Xalid Mîhanna daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:"Hemû hêzên me yên ewlehiyê yên li ser wezaretê ne di çalakiyên sibê da ji bo ku ewlehiya welatiyên me pêk bînin û malên dewletê û taybet biparêzin di alarma sor da ne."

Mîhanna destnîşan kir ku Hêzên Parastina Rejimê ya ku bi taybetî di bin banê Wezareta Karên Navxweyî da amade kirin jî wê di çalakiyan da ji bo ewlehiyê cih bigirin û wiha pê da çû: "Ji bo xeletiyên ku di çalakiyên berê da qewimîn dubare nebin herkes qedr û qiymetê dide aştî û aramiyê. Em bang dikin ku bila welatiyên me jiyana xwe ya rojane bidomînin."

Serokwezîr wê xîtabî gel bike

Di vê navberê da tê payîn ku Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî beriya çalakiyên sibê wê îro xîtabî gel bike.

Berdevkê Hikûmetê Saad Hadîsî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da ragihand ku Serokwezîr wê li ser mijarên wek revîzekirina kabîneyê, ji bo bêkaran mehanî dayîn û daxistina mehaniya rayedarên dewletê wê bisekine û qala reformên nû bike.

Welatiyên Iraqê paytext Bexda di serî da li bajarên navîn û başûrê welêt bi armanca hikûmetê ji ber bêkarî, kêmasiya xizmetên dewletê û gendeliyê protesto bikin wê sibê dîsa derkevin kuçe û kolanan û amadehiyên vê dikin.

Di çalakiyên hefteyek dewam kir da 157 kesan can da

Li Iraqê ji 1ê Cotmehê pê va bi mebesta protestokirina "bêkarî, gendelî û mehrûmbûna ji xizmetguzariya hikûmetê" xwepêşandan hatibûn kirin. Hêzên ewlehiyê jî bi guleyên heqîqî û awayek tund mudaxaleyî çalakiyan kiribûn û dihat îdiakirin nîşangirên ku xwepêşandaran ji xwe ra dikirin hedef jî di çalakiyan da hene. Lê di encama çalakiyan da hat aşkerekirin ku 157 kes hatin kuştin û 5 hezar û 494 kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE