Polêsên Îsraîlê avêt ser Qubetu's Sehrayê

Polêsên Îsraîlê ku avêt ser Qubetu's Sehrayê, êrîşî mele û peywirdarên Mescida Eqsayê kirin, hemû deriyên Harema Şerîf girtin.

Polêsên Îsraîlê avêt ser Qubetu's Sehrayê

Polêsên Îsraîlê ku avêt ser Qubetu's Sehrayê, êrîşî mele û peywirdarên Mescida Eqsayê kirin, hemû deriyên Harema Şerîf girtin.

Berdevkê Weqfên Îslamî li Qudsê Fîras Dibs di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku polêsên Îsraîlê avêtin ser Qubetu's Sehraya di hundirê Mescisa Eqsayê û êrîşî mele û peywirdarên Harema Şerîf û herwiha kesên ku ji bo ibadet li wê derê bûn, kirin.

Dibs got ku polêsê Îsraîlê, Serokê Dadgeha Şerîetê ya Qudsê û Serqadiyê Rêveberiya Weqfên Îslamî li Qudsê Şêx Wasif el-Bekrî û Midûrê Weqfa Mescida Eqsayê Şêx Omer el-Kiswanî dehf dan û ew hincirandin. Dibs got ku li Mescida Eqsayê rageşî gur bû.

Dibs herwiha bang kir ku divê ji bo Mescida Eqsayê bilez rabin ser piyan û herwisa destnîşan kir ku hemû deriyên Mescida Eqsayê hatin girtin.

Helîkoptera polêsê Îsraîlê li ser herêma Bajarê Kevn ku Mescida Eqsayê jî di navê da ye, tûr diavêje. Rageşiya li Harema Şerîf dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE