Hat ragihandin, polêsên Îsraîlê avêt ser Taxa Şêx Cerahê ya Qudsa Rojhilat a dagirkirî û 4 Filistînî binçav kirin.
Li gorî nûçeya Dezgeha Weşana Dewletê ya Îsraîlê KANê, polêsan bi hinceta "fîşenga hewayî avêtin hêzên ewlekariyê" 4 ciwanên Filistînî binçav kirin.
Ji 13ê Nîsanê destpêka meha Remezanê vir va li Mescida Eqsayê û dewrûbera wê û her wiha li Taxa Şêx Cerahê ya Qudsa Rojhilat ji ber êrîşên polêsên Îsraîlê rageşiyeke mezin heye.
AA