Polêsên Îsraîlê êrîşî cimaeta Mescîda Eqsayê kirin

Polêsên Îsraîlê îro piştî nimêja sibê avêtin ser Mescîda Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî û êrîşî cimaetê kirin.

Polêsên Îsraîlê êrîşî cimaeta Mescîda Eqsayê kirin

Polêsên Îsraîlê îro piştî nimêja sibê avêtin ser Mescîda Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî û êrîşî cimaetê kirin.

Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, gelek welatiyên Filistînê ji bo balê bikişînin ser îxlalên li dijî mekanên pîroz ên li Qudsê nimêja sibê li Mescida Eqsayê kirin.

Welatiyên Filistînê piştî nimêjê bi dirûşme û tekbîran meşiyan hewşa Herêma Şerîf.

Di vê demê da polêsên Îsraîlê avêtin ser Mescîda Eqsayê û êrîşî cimaetê kirin, hinekên wan derb kirin.

Hêzên Îsraîlê paşê cimaeta li Mescida Eqsayê bi zorê derxistin derva.

Wekî mayîn di daxuyaniya polêsên Îsraîlê da wiha hat gotin: "Îro di nimêja sibê da gelek kesên li 'Girê Perestgehê' (Cihu ji Mescida Eqsayê ra wisa dibêjin) ya li Qudsê civiyan bûn sedema aciziyê û dirûşmeyên neteweyî gotin. Polêsan jî kesên bûn sedema aciziyê belav kirin."

Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a Îsraîlê di 1967an da dagir kiribû ji bo Mislimanan taybet e lewra qibleya wan a ewil e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE