Polêsên Îsraîlê êrîşê gelê Fîlîstînê kirin

Filistîniyan bi tekbîr û dirûşmeyan bertek nîşanî polêsên Îsraîlê dan, bi sedan Cihûyên Fanatîk jî li wî aliyê derî amade sekinîn ku biavêjin ser Herêma Şerîfê.

Polêsên Îsraîlê êrîşê gelê Fîlîstînê kirin

Polêsên Îsraîlê di Herêma Şerîf da midaxeleyî welatiyên Filistînê kirin ku hewl dan pêşiyê li zordariya Cihûyên Fanatîk ên avêtin ser Mescida Eqsayê bibirin.

Li Qudsa Rojhilat a Îsraîlê dagir kiriye Cihûyên fanatîk hewl dan têkevin Mescida Eqsayê û Filistînî xebitîn ku wan nexin mescidê ji ber vê nimêja eydê saetekê dereng hat kirin. Piştî nimêjê bi sedan welatiyên Filistînê li ber Deriyê Mexarîbê kom bûn û ji polêsên Îsraîlê xwestin ku bira deriyan ji Cihûyên fanatîk ra venekin.

Filistîniyan bi tekbîr û dirûşmeyan bertek nîşanî polêsên Îsraîlê dan, bi sedan Cihûyên Fanatîk jî li wî aliyê derî amade sekinîn ku biavêjin ser Herêma Şerîfê.

Rayedarên Wefên Îslamî yên Qudsê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku polêsên Îsraîlê bi xaza rondikrêj, bombeya dengan û fîşengên plastîk midaxeleyî welatiyên Filistînê kirin û hin welatiyên Filistînê yên Şêx Ebdilezîm Selhebê Serokê Konseya Weqfên Îslamî ya Bilind a Qudsê û Ednan Huseynê Ezayê Konseya Rêvabirina Rêxistina Rizgariya Filistînê jî di nav wan da ne birîndar bûn.

Rayedarekî nexwest navê wî were eşkerekirin destnîşan kir ku polêsên Îsraîlê gelek welatiyên Filistînê binçav kirin, hewl dan Herêma Şerîf vala bikin û derî girtin.

Wekî mayîn di daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê da hat diyarkirin ku di midaxeleya polêsên Îsraîlê ya bi xaza rondikrêj, bombeya dengan û fîşengên plastîk hat kirin da 37 welatiyên Filistînê birîndar bûn û ji wan 14 kes rakirin nexweşxaneyan.

Firas Dîbsê Berdevkê Çapemeniyê yê Weqfa Îslamî ya Qudsê jî di daxuyaniya nivîskî da got piştî ku polêsên Îsraîlê li Mescida Eqsayê midaxele kirin dest pê kirin kom bi kom Cihûyên fanatîk hildan hewşên Herêma Şerîf.

Dîbs got ligel geşedanên qewimîn ji 700î zêdetir Cihûyên fanatîk di parastina polêsên Îsraîlê da kom bi kom avêtin ser Mescida Eqsayê. 

Dîroka nûkirinê: 11 Tebax 2019, 14:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE