Polêsên Îsraîlê tabelayên TÎKAyê yên li goristana li Qudsê rakir

Tabelaya TÎKAyê ya ku polêsên Îsraîlê vê sibê rakir ji sala 2010an vir va li goristanê daliqandîbû.

Polêsên Îsraîlê tabelayên TÎKAyê yên li goristana li Qudsê rakir

Polêsên Îsraîlê tabelayên Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) a li ser dîwarê Goristana Yusufiyeyê ya misilmanan a li Bajarê Kevin a herêma Qudsa Rojhilat a dagirkirê ya ku nêzî sûrên rojhilat ên Mescîda Eqsayê ye jê kirin.

Polêsên Îsraîlê tabelayên TÎKAyê yên li dîwarên goristina Yusufiyeya ku çêkirin û temîrata wê bi fona TÎKAyê bi îzna Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê û agahiya meqamên Îsraîlê va di sala 2008an da hat temamkirin û li serê alaya Tirkiyeyê jî hebû hatin jêkirin.

Berdevkê Polêsên Îsraîlê Micky Rosenfeld daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku duh Şaredariya Qudsê ya girêdayî Îsraîlê telîmata rakirina tabelayên TÎKAyê da û polêsan jî vê sibê telîmat pêk anîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku rayedarên Şaredariya Qudsê ya girêdayî Îsraîlê ji AAyê ra şand da hat gotin ku tabelayên navborî bi îdiaya ku "bêdestûr" hatine daliqandin hatin rakirin.

Goristanên li Qudsa rojhilat a dagirkirî jî di nav da ji birêvebiriya hemû berhemên Îslamê Îdareya Weqfên Îslamê ya Qudsê berpirsyar e.

Ji bo ku li cihên navborî xebat bên kirin kordînasyona hewce ya bi meqamên Îsraîlê ra bi Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê va tê birêvabirin.

Tabelaya TÎKAyê ya ku polêsên Îsraîlê vê sibê rakir ji sala 2010an vir va li goristanê daliqandîbû.

Ji aliyê din va Mistefa Ebû Zehrayê Serokê Komîteya Goristanên Misilmanan ên girêdayî Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê diyar kir ku ev tabelayên ku polêsên Îsraîlê şikandin û rakirin nîşaneya spasî û minetdariya gelê Qudsê ya ji bo Tirkiyeyê bû.

Ebû Zehra bi bîr xist ku verastkirina hawirdor û temîrata dîwara goristanê di sala 2008an da hat kirin û da zanîn ki temamiya çêkirin û temîrata navborî bi îzin û agahiya meqamên Îsraîlê hat kirin.

Ebû Zehra rakirina tabelayan wekî teşebûsa tunekirina dîrokê nirxand û got ku "Em vê kirinê red dikin. Îsraîlê nikare şopa tiştên ku Tirkiyeyê li Qudsê çêkirin jê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE