Polêsên Îsraîlê Wezîrê Filistînî binçav kir

Polêsên Îsraîlê Wezîrê Karûbarên Qudsê Fadî el-Hemdî ku girêdayî rêveberiya Filistînê ye, binçav kirin

Polêsên Îsraîlê Wezîrê Filistînî binçav kir

Wezîrê Karûbarên Qudsê Fadî el-Hedmî yê girêdayî rêveberiya Filistînê yê ku serê sibê hatibû binçavkirin, hat berdan.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filîstînê WAFAyê Mihemed Cabarayê parêzerê Hedmî daxuyand muwekîlê wî yê ku ji hêla polêsên Îsraîlê va serê sibê li mala xwe ya Qudsa Rojhilat hatibû binçavkirin, hat berdan.

Cabara got roja sêşemê Serokê Dewleta Şîliyê Sebastîan Pînera hatibû ziyareta Mescîda Eqsayê, ji ber ku Fadî el-Hedmî jî li gel wî bû, komên rastgir ên Îsraîlê xwestin ew bê binçavkirin, ji ber vê ew hat binçavkirin.

Hefta borî Serokê Dewleta Şîliyê Sebastîan Pînera hatibû ziyareta Îsraîl û Filistînê, di 25ê hezîranê da jî Mescîda Eqsayê ziyaret kiribû. Rayedarên Filistînî yên di nav da Hedmî jî heye li gel Pînera çûbûn.

Îsraîl ji ber vê aciz bûbû û Balyozê Tel Avîvê yê Şîliyê bangî Wezareta Karên Derva yê Îsraîlê kiribû û gotibû "qaîdeyên protokolê" hatine binpêkirin û Şîlî şermezar kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE