Polîtîkaya Emerîkayê ya li ser Sûriyê

Jeffrey: Hevkarê me HSD'ya di bin kontrola PYD’ê de ye ku têkildarê PKK’ê ye...

Polîtîkaya Emerîkayê ya li ser Sûriyê

Li ser Sûriyeyê nûnerê taybet yê Wezareta Karên Derve yê Emerîkayê James Jeffrey li xwe mikûr hat. Jeffrey got “hevkarê me hêzên sûriya demokratîk ên di bin kontrola pyd’ê de ne ku gelek kesên pyd’ê jî têkildarê pkk’ê ne.”

Li ser Sûriyeyê Nûnerê Taybet yê Wezareta Karên Derve yê Emerîkayê James Jeffrey li Washingtonê beşdarî panêlekê bû.

Jeffrey îtiraf kir ku hevkarê wan ê Sûriyeyê rêxistineke terorî ye.

James Jeffrey: Hevkarê me Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê yanî SDF, di bin kontrola PYD’ê de ye ku gelek kesên PYD’ê jî têkildarê PKK’ê ne. Ev yek ji bo Tirkiyeyê sedema metirsiyê ye. Em hessasiyeta Tirkiyeyê fêm dikin û em girîngî didin ewlehiya Tirkiyeyê.

Jeffrey destnîşankir ku ev mijar di telefona Erdogan û Trump de hatiye rojevê.

Îtirafên James Jeffrey ne bi tenê ev bûn.

Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê destnîşankir ku Emerîka ji bo PYD di civaka demokratîk a Sûriyeyê de cî bigre hewl dide

James Jeffrey:Em ji bo têkoşîna li dijî DEAŞ’ê pişt didin PYD’ê. Hevkariyeke me ya dûvdirêj nîn e. Armanca me ew e ku SDF bibe perçeyeke Sûriyeyê.

James Jeffrey behsa rewşa Iraqê jî kir.

Jeffrey got ku ew nizanin wê çawa îstikrarê bînin İraqê.

Dîroka nûkirinê: 19 Kanûn 2018, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE