Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo bi Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Nikos Dendias ra hevdîtin kir û projeya vejenê ya Rojhilata Behra Spî û têkiliyên du alî di serî da li ser gelek mijarên herêmî sekinîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagus der heqê hevdîtina Pompeo û Dendias da daxuyaniya nivîskî da.
Ortagus diyar kir ku Wezîr Pompeo û Dendiasê ku nû hat tayînkirin li ser girîngiya têkiliyên navbera herdu welatan sekinîn û wiha dewam kir: "Wezîr Pompeo digel tevkariya parastina xurt, li ser rola Yewnanistanê sekinî û got ku Yewnanistan li Rojhilata Behra Spî û Balkanan dîrega sereke ya îstiqrarê ye."
Li gor daxuyaniya Ortagus Pompeo seba hewildana ku Yewnanistan di çarçoveya projeyên vejenê da li Rojhilata Behra Spî torê fireh dike, spasiya Yewnanistanê kir.
AA