Pompeo derdikeve tura Ewropayê

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dualî û herêmî da ew ê welatên Ewropayê ziyaret bike

Pompeo derdikeve tura Ewropayê

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dualî û herêmî da ew ê welatên Ewropaziyaret bike.

Morgan Ortagusa Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der barê ziyareta Ewropayê ya Pompeo da daxuyaniya nivîskî da.

Ortagusê diyar kir ku Pompeoyê di 6ê gulanê da here Finlandiyayê beşdarî Civîna Wezîran a 11ê ya Konseya Arktîkê bibe paşê derbasî Berlînê bibe bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Heiko Maasê Wezîrê Karên Derva ra hevdîtinan bike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di hedîtina Pompeo û Merkelê ya 7ê gulanê da ew ê li ser mijarên Ukrayna, Rûsya, Çîn, Sûriye û Welatên Balkanan biaxivin.

Wekî mayîn Pompeyê di 8ê gulanê da derbasî Londrayê bibe, bi Theresa Maya Serokwezîra Îngiltereyê û Jeremy Huntê Wezîrê Karên Derva ra hevdîtinan bike.

Li gor daxuyaniyê Pompeoyê di roja dawîn a ziyaretê da derbasî Gronlandê bibe, Kim Kielsenê Serokwezîr û Ane Lone Baggera Wezîra Karên Derva ya Gronladê û Anders Samuelsenê Wezîrê Karên Derva yê Danîmarkayê ra were ba hev.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Gulan 2019, 10:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE