Pompeo got di mijara Îdlibê da bi Turkiyeyê ra dixebitin

Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li avahiya wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Pompeo got di mijara Îdlibê da bi Turkiyeyê ra dixebitin

 Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê bal kişand ser êrîşên rejima Esed û Rûsya dibin ser Îdlibê û got, "Ji bo ku bibînin gelo bi Turkiyeyê ra em dikarin çi bikin, bi hev ra dixebitin."

Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li avahiya wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Pompeo bal kişand ser geşedanên li Îdlibê diyar kir ku rejima Esed nikare serkeftineke eskerî bi dest bixe û wiha pê da çû: 

"Êrîşên rejimê xetereya pevçûnên bi Tirkiyeya mitefîqê me yê NATOyê ra zêde dikin. Bersiv, li gor biryara bi hejmara 2254an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) agirbesta daîmî ye û mizakereyên di seroktiya NYyê da ne. Wekî ku Serok (Donald) Trump jî roja sêşemê eşkere kir ji bo ku bibînin gelo bi Turkiyeyê ra em dikarin çi bikin, bi hev ra dixebitin."

Berteka sansurê nîşanî Çîn û Îranê da

Wekî mayîn Pompeo di mijara koronavîrusa tîpa teze ya hemû dinya rakir ser piyan da ji ber ku agahiyan vedişêrin bertek nîşanî Çîn û Îranê da.

Pompeo wiha axivî: "Ji ber ku rejima Îranê hurgiliyên koronavîrusê ya li welêt a ku zehf girîng e vedişêre Amerîka di fikaran da ye. Di vê mijarê da veşartina agahiyan bedeleke mezin a mirinê derdixe ber merivan."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 09:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE