Li Iraqê kabîneya Mistefa el Kazimî ya ku ji 22 kesan pêk tê jê 15 wezîran raya pêbaweriyê hildan û kabîne hat avakirin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo ji ber vê Kazimî pîroz kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Morgan Ortagus der barê axaftina Pompeo û Kazimî ya li ser telefonê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Ortagus got Pompeo ji ber avakirina kabîneyê Kazimî pîroz kir û ew li ser wezîfeyên zehmet yên ku divê hikûmeta nû bike axivîn ku di nav wan wezîfeyan da reformên nû, şewba vîrusa koronayê, rêlibergirtina bêrêtiyê û mijarên bi vî rengî hene.
Ortagus anî ziman hikûmeta Amerîkayê ji bo piştgiriyê bide hikûmeta nû û alîkar bibe ku şertên baş pêk bên wê li Iraqê muafîyeta ceyranê ya 120 rojan bike rewacê û wiha dewam kir: "Wezîr Pompeo û Serokwezîr el Kazimî ji bo diyaloga stratejîk ya Amerîka û Iraqê ya ku nêzîk dibe bikin û ji bo refah û ewlehiya gelê Iraqê pêk bînin bi çar çavan bendê ne ku bi hev ra bixebitin."AA