Pompeo ji ber kuştina Mewlewî "dîplomatên Îranî" berpirsyar girt

Pompeo ji ser Twîtterê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî rêvebiriya Îranê da.

Pompeo ji ber kuştina Mewlewî "dîplomatên Îranî" berpirsyar girt

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo der barê par kuştina Mesûd Mewlewiyê Îranî da 'dîplomatên Îranî' berpirsyar girt.

Pompeo ji ser Twîtterê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî rêvebiriya Îranê da.

Pompeo got ku "Xeberên der barê dîplomatên Îranî li Tirkiyeyê dijî mixalifekî suîqesd kirine mirov aciz dikin lêbelê bi temamî li gor peywira wan e. 'Dîplomatên' Îranî ajanê terorê ne û di nav 10 salên borî da li Ewropayê ji yekî zêdetir suîqesd û çalakiyên bibombe kirin."

Li Şîşliya Stenbolê di 14ê sermaweza 2019an da Mesûd Mewlewiyê Îranî di encama gulebarana ji otomobîlekê hat kirin hatibû kuştin. Şaxa Îstixbaratê ya Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê û ekîbên Serokatiya Herêma Stenbolê ya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) di operasyona heman demê da Ebdulwehab Kyê tê îdiakirin kiryarê cinayetê ye jî di nav da 11 kes binçav kirıbûn.

Ji bersûcên ku derxistin edliyeyê Ebdulwehab Kyê tê îdiakirin ku kiryarê cinayetê ye jî di nav da 7 kes hatibûn girtin 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE