Pompeo Mesrûr Barzanî pîroz kir

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo li Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî geriya û ji bo avakirina kabîneya nû ew pîroz kir

Pompeo Mesrûr Barzanî pîroz kir

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo li Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî geriya û ji bo avakirina kabîneya nû ew pîroz kir.

Berdevka Wezareta Karên Derva Morgan Ortagusê der heqê axaftina bi têlefonê ya Pompeo û Barzanî da daxuyaniya nivîskî da.

Ortagusê diyar kir ku Pompeo hewildanên seba çareserkirina rageşiya navbera Bexda û Hewlêrê pîroz kir û wiha dewam kir, "Wezîr (Pompeo) li Barzanî geriya û ji bo avakirina kabîneya nû ew pîroz kir. Her wiha li ser tevkariya biryardar a navbera gel û hikûmeta Iraqê û Amerîkayê sekinî." 

Mesrûr Barzanî duh li Meclisa Herêma Kurdistanê di dengdayînê da dengê pêbaweriyê hildabû û bi awayekî fermî dest bi wezîfeya serokwezîriyê kiribû. Barzanî gotibû ku ew ê li ser têkoşîna gendeliyê, aborî û pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bisekine.

Piştî ku Herêma Kurdistanê di serê 2014an da bêyî rêvebiriya Bexdayê neft îxrac kir, Iraqê jî ji sedî 17 budçeya Hewlêrê ya makezagonî birîbû. 

Piştî birîna budçeyê, derketina şerê DEAŞa rêxistina terorê û kêmbûna bihayê neftê rêvebiriya Hewlêrê ketibû binê deynan. 

Tê gotin ku bi tevahî 20 milyar dolar deynê Herêma Kurdistanê heye.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Tîrmeh 2019, 10:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE