Pompeo û Pence ji bo Sûriyeyê tên Tirkiyeyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo dê îro ji bo ku li ser mijara Sûriyeyê biaxivin biçin Tirkiyeyê.

Pompeo û Pence ji bo Sûriyeyê tên Tirkiyeyê

Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo ji bo ku li ser mijara Sûriyeyê hevdîtinan bikin dê îro serdana Tirkiyeyê bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya li hewşa Qesra Spî da eşkere kir ku dê Pence û Pompeo dê îro ji bo ku li ser mijara Sûriyeyê biaxivin Tirkiyeyê ziyaret bikin.

Trump destnîşan kir ku eskerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn "polîstî" dikin û êdî wext hat ku vegerin malê û got ku "Em ê dijî Tirkiye û yên din tund tevbigerin. Divê aştî û ewlehiyê bidomînin. Em ê bibînin ka dê çi bibe. Heyet (ya ku Pence û Pompeo tê da ne) dê agibestê bixwazin. Me mueyîdeyên herî tund ên ku dikarin texmîn bikin (dijî Tirkiyeyê) tetbîq kirin."

- Pence dê bi Erdogan ra hevdîtin bike

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya Mîke Pence da hat ragihandin ku Pence dê di 17ê cotmehê roja pêncşemê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra bê bal hev.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di hevdîtina Pence dê di hevdîtina xwe ya bi Erdogan ra dê di serî da li ser mijara li bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêkanîna agirbestê hevdîtin bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE