Pompeo û Salih li ser şirîkatiya stratejîk axivîn

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokomariya Iraqê Salih destnîşan kir ku Amerîka ji bo Iraqê şirîkekî stratejîk e.

Pompeo û Salih li ser şirîkatiya stratejîk axivîn

 Serokomarê Iraqê Berhem Salih li paytext Bexdayê Wezîrê Karê Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ra hevdîtinek pêk anî û li ser hevkariya stratejîk a herdu welatan axivîn.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokomariya Iraqê Salih destnîşan kir ku Amerîka ji bo Iraqê şirîkekî stratejîk e.

Salih anî ziman ku Iraqê bi siyaseta xwe ya mîzanî va Îran jî di nav da bi hemû welatên dost û cînar ra pireya dostaniyê ava kiriye.

Salih got Iraq têkiliyên xwe yên bi welatên din ra li gor berjewendiyên xwe ava dike, li herêmê dîsa tesîra Iraqê çêbûye, ew ji pevçûna dûr disekinin û guh didin diyalogan.

Pompeo jî behsa rola Iraqê ya li herêmê kir, pesnê hewldanên Iraqê yên ji bo xurtkirina ewlehiyê, vexwendina veberhênanên biyanî û pêşvabirina têkiliyên baş ên bi Amerîkayê ra da.

Wezîrê Karê Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo duh ji nişkêva hatibû Bexdaya paytextê Iraqê.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE