Pompeo:dê Amerîka biqademe ji Sûriyeyê vekişe

Pompeo di çarçoveya ziyareta xwe yê Iraqê de li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir.

Pompeo:dê Amerîka biqademe ji Sûriyeyê vekişe

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeoyê ku Iraq ziyaret kir eşkere kir ku dê welatê wî biqademe û bi rêk û pêk ji Sûriyeyê vekişe.

Pompeo di çarçoveya ziyareta xwe yê Iraqê de li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê hikûmeta Iraqê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Ebdulmehdî û Pompeo li ser pêvajoya ji Sûriyeyê vekişîna Amerîkayê sekinîn.

Di daxuyaniyê de agahî hat dayîn ku Pompeo bêyî ku teqwîmek diyar bike got ku "welatê wî biryardar e ku biryara vekişînê ya welatê wî biqademe û bi awayekî rêk û pêk bi Iraqê re di nav hevkarî û kordînasyonê de bike."

Hat ragihandin ku Ebdulmehdî jî di serî de têkoşîna ku dijî DEAŞa rêxistina terorê tê kirin di mijarên vejen û aboriyê de bal kişand ser têkiliyên Amerîka û Iraqê.

Pompeo li Bexdayê ziyareteke surprîz kir û li Bexdayê bi Serokê Parlementoyê Mihemed Halbusî, Serokomar Berhem Salih û pişt re jî Serokwezîr Adil Ebdulmehdî re hat bal hev.

Pompeo di çarçoveya ziyaretê de bi hemtayê xwe yê Iraqê Mihemed Hakim re jî hevdîtin kir.

Hat ragihandn ku Pompeo piştî têkiliyên xwe yên li Bexdayê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bû û li Hewlêrê bi Serokê HKIyê yê berê Mesûd Barzanî û rayedarên din re hat bal hev.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE