Testa Welîehdê İngiltereyê Prens Charles a vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pozîtîf derket.
Di daxuyaniya ofîsa Prens Charles da hat gotin welîehdê 71 salî ji ber hin semptomên nexweşiyê çend roj in ji malê dernakeve û li wir dixebite, rewşa wî jî baş e.
Hat gotîn testa jina wî Camîllayê negatîf derketiye, ji ber pêşniyaza doxtoran û hikûmetê Prens û jina wî li Îskoçyayê xwe ji civakê tecrîd kirine.
Hat destnîşankirin Prens di rojên dawîn da ji ber wezîfeya xwe gelek kesan ra hevdîtin kiribû, ne mumkin e ku bê tespîtkirin ka vîrus ji kî gihîştiye wî.
- Keybanû Elîzabeta duyemîn Londra terikandibû
Keybanû Elîzabeta duyemîn a 93 salî jî di 19ê adarê da Londra terikandibû û çûbû Keleha Wîndsorê ku avahiyê malbata qraliyeta Îngilizan e.
Çapemeniya İngiltereyê daxuyandibû hevdîtina keybanûyê û ya Serokwezîr Borîs Johnson a ku heftane tê kirin wê heta demekê bi telefonê bê kirin.
Li Îngiltereyê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin duh ji 335an derketibû 422an. Hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine jî gihîştibû 8 hezar û 77an.
AA