TRT û Dibistanên Maarîfê yên Navneteweyî projeyeke hevpar li dar xistin. Di çarçoveya projeyê de li Hewlêrê li 31 saziyên perwerdeyê dersên rojnamegeriyê hatin dayîn.
Ji 2017an vir ve TRT dersên rojnamegeriya dîjîtal dide. TRT'ê projeyeke din a perwerdeyê jî temam kir.
TRT û Dibistanên Maarîfê projeyeke hevpar a bi navê "Rojnamegeriya ji bo Ciwanan" li dar xistin.
Di çarçoveya vê projeyê de li Hewlêrê perwerdeya rojnamegeriyê hat dayîn.
Ji bo xwendekaran dersên agahiyên bingehîn ên rojnamegeriyê, vegotina serpêhatiyan, teknîkên qeydên bi telefon, tablet û cîhazên din hatin dayîn.
Proje li 31 saziyên perwerdeyê hat sepandin û hezar û 700 xwendekaran jê sûd girtin.
Koordînatorê Dibistanên Maarifê yê Iraqê Ahmet Zeki Olaş got, ‘’Bi taybetî di heyama pandemiyê de zarokan bêgav teknolojî bi kar anî. Em dixwazin ku xwendekar bi awayekî baştir teknolojiyê bi kar bînin. Bo vê em pişt didin wan’’.
Perwerdeyên rojnamegeriyê yên TRT'ê wê li gelek welatan dewam bikin.