Protestoya ji bo girtiyên filistînî

Li Gazzeyê ji bo hepsiyên Filistînî nimayîş hat lidarxistin

Protestoya ji bo girtiyên filistînî

Bi sedan filistînîyan, ji bo piştgiriya girtiyên xwe yên di hepsên israîlê de, li Gazzeyê xwepêşandan li dar xist. Hamasê jî aciziya xwe nîşan da. Hamasê got: “heke israîl alîkariya qetarê wek şantajeke siyasî bide ber me, em jî alîkarîya qetarê qebûl nakin.”

Li Gazzeyê, li dijî polîtikayên Israîlê xwepêşandan hat lidarxistin.

Bi sedan kes, ji bo mehkûm û girtiyên Filistînî yên di heps û zindanên Israîlê de li ber Avahiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Gazzeyê civiyan.

Di xwepêşandanê de polîtikayên tund ên Israîlê hatin şermezarkirin û ji bo îxlalên li dijî girtiyên Filistînî bangî civaka navneteweyî kirin.

Hamasê jî bertek nîşanî Israîlê da.

Israîl ev demeke dirêj e alîkariyên Qetarê yên ji bo Filistîniyan radiwestîne. Li ser vê yekê Hamasê eşkere kir ku wê alîkariyan êdî qebûl nekin.

Endamê Polîtbûroya Hamasê Xelîl el-Hayye got: “Israîl alîkariyên Qetarê wek şantaja siyasî dide ber me. Ji ber vê me wisa got.”

Hikûmeta Israîlê 3 hefte berê, xwepêşandanên li ber sînorê Gazzeyê ji xwe re kirin hincet û got: “Em ê êdî destûr nedin ku alîkariyên Qatarê bigihîjin Gazzeyê.”

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE