Li Misrê protestoya li dijî Abdûlfetah Es Sîsiyê derbekar dewam dikin. di xwepêşandanan de sivîlên ku protesto dikirin hatin binçavkirin. tê ragihandin ku heya niha 300 kes hatine binçavkirin.
Li Qahîreya paytextê Misrê gel daket qadan.
Gef li xwepêşandêran hat xwarin lê dîsa jî xwepêşandêran xwest ku Ebdûlfettah es Sîsî îstîfa bike.
Rêvebiriya ku bi derbeyê hat mudaxele li xwepêşandêran kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ekonomî û Mafên Civakî ya Misrê de hat eşkerekirin ku 356 kes hatine biçavkirin.
Di nav kesên binçavkirî de xwendekar, rojnameger û aktîvîst jî hene.
Wezareta Karên Navxweyî ya Misrê heê jî derbarê binçavkirinan de daxuyanî nedaye.
Karsazê Misrî Muhemmed Elî yê ku li Îspanyayê di sigunê de ye beriya du hefteyan li dijî Sîsî li ser medyaya civakî vîdeo parve kiribûn. Piştre jî li Misrê gel daketibû qadan.
Elî dibêje demeke dirêj bi rêveberiyê re kar kiriye û di van salên dawî de gelek bêusûlî hatine kirin. Sûcê vê yekê jî xistibû stûyê Sîsî.