Protestoyên li Belarûsê: ji 2 hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin

Di roja duduyan a protestoyên li Belarûsê da ji 2 hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin

Protestoyên li Belarûsê: ji 2 hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin

Olga Çemodovaya Berdevka Wezareta Karên Navxweyî ya Belarûsê diyar kir ku di roja duduyan a çalakiyên piştî ku li gor encamên nefermî Aleksandr Lukaşenko hilbijartina serokomariyê qezenc kir dest pê kirin da ji 2 hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin.

Çemodanovayê destnîşan kir ku çalakvanan do bi şev jî li bajarên Mînsk, Brest, Mogîlyev û Novopolotskê protesto domandin.

Çemodanovayê destnîşan kir ku çalakvanan êrîşî hêzên ewlekariyê kirin ji ber vê jî zirar çêbû, 21 wezifedarên ewlekariyê di çalakiyan da birîndar bûn.

Çemodanova diyar kir ku di hin bûyeran da koman bombeya dûmanê û molotof bi kar anîn û wiha axivî: "Ji ber ku beşdarî çalakiyên bêdestûr bûn li welêt ji 2 hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin."

Tikhanovskaya mixalif a îdia dike ku hilbijartin qezenc kir jî ji welêt çû.

Wekî mayîn Svetlana Tikhanovskaya namzeda mixalif a îdia kir ku di hilbijartina serokomariyê da hîle hat kirin û wê hilbijartin qezenc kir jî vîdeoyek weşand û got bi xwestina xwe ji welêt çû û li Lîtvanyayê ye.

Svetlana Tikhanovskayayê bangî piştgirên xwe kir ku bira guh bidin qanûnan û ji ber ku dengê xwe danê sipas kir.

Tikhanovskayayê got gelê Belarûsê hilbijartina xwe kir û wiha pê da çû: "Ez bangî hemû welatiyên piştgirî dan min dikim. Guh bidin qanûnan. Ez tundî û xunê naxwazim. Ji bo ku jiyana xwe neavêjin xetereyê li dijî polêsan dernekevin û neçin meydanan."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE