Protestoyên li Iraqê:319 xwepêşandêr mirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bangî rayedarên Iraqê kiribû ku bira hêzên ewlekariyê dawiyê li kuştina xwepêşandêran bînin.

Protestoyên li Iraqê:319 xwepêşandêr mirin

 Li Iraqê di xwepêşandanên ku ji mehekê zêdetir in li dijî hikûmetê dewam dikin da 319 xwepêşandêr mirin, 15 hezar xwepêşandêr jî birîndar bûn.

Komîsyona Mafên Mirovan a girêdayî Meclisa Iraqê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, di xwepêşandanên ku ji 1ê cotmehê vir va li welêt dewam dikin da jimara xwepêşandêrên kun mirin derket 319an, jimara birîndaran jî derket 15 hezarî.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bangî rayedarên Iraqê kiribû ku bira hêzên ewlekariyê dawiyê li kuştina xwepêşandêran bînin.

Iraqî li herêmên cuda cuda ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandanan li dar dixin.

Xwepêşandêrên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê 25ê cotmehê cardin dest bi xwepêşandanan kiribûn.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Mijdar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE