Li Myanmarê di protestoyên îro yên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin lidarxistin da jimara kesên ku ber midaxeleya hêzên ewlehiyê hatin kuştin derket 114an.
Di nûçeya ku malpera Myanmar Nowê sipart komên gel ên ku protestoyan zindî dişopînin hat ragihandin ku jimara kuştiyan di nav rojê da zêde bûn.
Li gor xeberê li Mandalayê 40, li Yangonê 27, li Sagaînê 11, li Bagoyê 9, Magwayç 6, li Tanîntharyiyê 5 kes hatin lêxistin û kuştin û li herêmên Ayarwaddy, Kachin, Mon û Shanê di midaxelaya çekdar a artêşa Myanmarê da 16 kes hatin kuştin.
Reqamên îro ji 6ê sibatê ku protestoyên dijî derbeyê dest pê kirin vir va jimara miriyan a herî zêde ya di rojekê da ye.AA