Filistînê, ji ber provokasyona li ser qudsê li dîwana edaletê ya navneteweyî giliyê emerîkayê kir.
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya ku li Laheyê ye, eşkere kir ku serlêdana şikayetê ya Filistînê giştiye destê wan.
Çawa ku tê zanîn Emerîkayê sefareta xwe ya li Tel Avîva İsraîlê biribû Qudsê.
Di serlêdanê de jî hat diyarkirin ku ev yek ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye.
Di daxuyaniya Dîwana Edaletê de jî wiha hat gotin,”Filistînê ji me xwest ku ji bo Emerîka sefareta xwe ji Qudsê vekişîne em biryarekê bidin.”