Psakiya berdevka nû ya Qesra Spî civîna xwe ya ewil a çapemeniyê li dar xist

Piştî ku Serokê Amerîkayê Biden sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, Berdevka Qesra Spî ya nû Jen Psakiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Psakiya berdevka nû ya Qesra Spî civîna xwe ya ewil a çapemeniyê li dar xist

 Jen Psakiya Berdevka nû ya Qesra Spî destnîşan kir ku Joe Biden wê di heyama xwe ya nû da li ser têkbirina şewbê bisekine.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Biden sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, Berdevka Qesra Spî ya nû Jen Psakiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Psakiyê diyar kir ku Biden îro 15 biryarname îmze kir û gelek polîtîkayên dewra Trump guherand diyar kir, di dewra rêvebiriya berê da seyaheta hin welatên Misilman hatibû sînordarkirin û Psakiyê ev yek wek "zenofobîk" pênase kir.

Psakiyê daxuyand, Amerîka bi biryarnameya nû va vegeriya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) jî û wiha dewam kir, "RTD wê sibê wek online bernameyekê li dar bixe û Doxtor Anthony Fauci wê di vê bernameyê da serokatiya delegasyona Amerîkayê bike."

Psakiyê daxuyand ku ew ê bi çapemeniyê ra jî têkiliya baş dayne û şefaf bibe û wiha dewam kir, "Rêya herî baş a pêşîlêgirtina dezenformasyonê, parvekirina agahiyan e."

Psakiyê daxuyand ku Amerîka wê di polîtîkaya dereke da roleke çalak hilde û wiha got, "Amerîka vedigere maseya kurewî." 

Psakiyê li ser lêpirsîna ezilkirinê ya ku di Senatoyê da seba Trump dewam dike jî got ku ew ê vê yekê ji Senatoyê ra bihêlin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE