Miduriyeta Perwerdê ya Afrinê tevî komeleya biharê pêşaneyek vekir. Hezar xwendekarên Afrinî resm xêz kirin, xemlên destkariyê çêkirin da ku werin nîşandan...
Xwendekarên Afrinî nîgar xêz kirin û xemlên destkariyê çêkirin.
Rêvebiriya Perwerdeyê ya Afrinê û Komelaya Biharê jî bi wan berheman pêşaneyek vekir.
Zêdetirî hezar xwendekaran wêne û karên cur bi cur çêkirin û şandin navendê.
Zarok li gorî tevdîrên şewbê çûn temaşeya pêşangehê.
Komeleyê ji bo zarokan şano jî li dar xist.
Zarokên Afrinî him beşdarî pêşaneyê bûn, him jî bi şano û stranan têra dilê xwe kêf kir.