Pêşengê Êzdiyan Şêx Şemo: Meha pêş wê li Şengalê Konferansa Aştiyê bê kirin

Şemoyê serokê Êzdî daxuyanî da Basnewsa malpera xeberan a li Hewlêrê û destnîşan kir ku ew ê meha pêşiya me li Şengalê Konferansa Aştiyê li dar bixin.

Pêşengê Êzdiyan Şêx Şemo: Meha pêş wê li Şengalê Konferansa Aştiyê bê kirin

 Şêx Şemoyê Misteşarê Berpirsyarê Êzdiyan ê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir ku ew ê meha pêşiya me li Şengala navçeya Mûsila bajarê Iraqê Konferansa Aştiyê li dar bixin.

Şemoyê serokê Êzdî daxuyanî da Basnewsa malpera xeberan a li Hewlêrê û destnîşan kir ku ew ê meha pêşiya me li Şengalê Konferansa Aştiyê li dar bixin.

Serokê Êzdî diyar kir ku ew ê bi beşdariya Jeanine Hennisa Nûnera Taybet a Iraqê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) va di berfanbarê da li Şengalê Konferansa Aştiyê were lidarxistin, dibê di wê dîrokê da Şengal ji hemû hêzên ji derva hatine (PKKya rêxistina terorê) were safîkirin.

Şemo got piştî endamên PKKya rêxistian terorê ji Şengalê werin derxistin Şengalê dîsa were avakirin û PKKyê êdî ji herêmê tu kesî nerevîne.

- Bexdayê hêz şand Şengalê

Lîwaya Polêsên Federal a Wezareta Karên Navxweyî duh li Şengalê bi cî bibûn.

Hennisa Nûnera Taybet a NYy di 19ê mijdarê da Mûsil ziyaret kiribû û diyar kiribû ku piştî peymana Hewlêr û Bexdayê îmze kirin îstiqrarê were navçeyê û gotibû, "Bexda û Hewlêr dibê lezê bidin pêkanîna peymana Şengalê."

Hikûmeta navendî ya Iraqê û rayedarên HKIyê di 17ê mijdarê da peyman îmze kiribûn ku hebûna PKKyê ya li Şengalê were bidawîkirin.

- Peymana Şengalê ya Bexda û Hewlêrê îmze kirin

Li gor peymana ku Bexda û Hewlêrê di 9ê Cotmehê da îmze kiribûn û nûçegihanê AAyê jî metna bi dest xist qaymeqamê Şengalê û berpirsên îdarê yên beşên din wê ji nû va bên tayînkirin.

Ewlehiya Şengalê ya li navendê jî wê bi kordîneya hêzên polêsên Şengalê, Servîsa Îstixbarata Neteweyî û Misteşariya Ewlehiya Neteweyî û hêzên Herêma Kurdistanê va bê kirin.

Di çarçoveya peymanê da hemû avabûnên çekdar ên dereqanûnî yên li navçeyê wê bên derxistin û gorî hevkariya bi Herêma Kurdistanê ra jî wê 2 hezar û 500 mensûbên ewlehiyê bên tayînkirin.

 - "Dawî dê li hebûna PKKyê bê"

Di metna peymanê da xala "wê dawî li hebûna PKKyê ya Şengal û der û dora wê dijî bê. Tu roleke PKKyê û hêzên girêdayî wê ne wê nemîne" jî cî girt.

Biryar hat dayîn ku bila rêveberiya îdarî û ewlehiya Şengalê ji nû va bê kontrolkirin û bo îmarkirina navçeyê jî di navbera Bexda û Hewlêrê da komîteyek bê avakirin.

Tê gotin ku hêzên Heşdî Şabiyê yên li Şengalê ne jî wê ji navçeyê bên derxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE