"Pêşhatên ku li deverên din ên Iraqê diqewimin, bandorê li me jî dikin"

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî got, "Pêşhatên ku li deverên din ên Iraqê diqewimin, bandorê li me jî dikin. Çimkî em jî parçeyek ji Iraqê ne. "

"Pêşhatên ku li deverên din ên Iraqê diqewimin, bandorê li me jî dikin"

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Iraqa beriya 1ê cotmeha 2019an û ya piştî wê dê weke hev nebe û got "Tiştên ku li deverên din ên Iraqê diqewimin, em jê ne dûr in, çimkî em jî parçeyek in ji Iraqê. Helbet pêşhatên li wêderê diqewimin bandorê li me jî dikin."

Serokê HKIyê Barzanî li bajarokê Davosê ya ku ji bo beşdarbûna 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî lê ye di panêla "Rojhilata Naverast a Nediyar" axivî.

Barzanî derbarê xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê yên ku ji 1ê cotmehê ve berdewam in de nirxandin kirin.

Serokê HKIyê Barzanî got, "Iraqa beriya 1ê cotmeha 2019an û ya piştî wê dê weke hev nebe. Pêdivê rayedarên Iraqê baş bizanin ku gelê Iraqê naxwaze vegere şert û mercên beriya 1ê cotmehê û dê wan şertan qebûl neke."

Barzanî herwiha got, Tiştên ku li deverên din ên Iraqê diqewimin, em jê ne dûr in, çimkî em jî parçeyek in ji Iraqê. Helbet pêşhatên li wêderê diqewimin bandorê li me jî dikin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE