"Pêşketina aboriya Amerîkayê newaze ye"

Li Davosa bajaroka Swîsreyê Foruma Aboriya Dinyayê ya 50emîn hat lidarxistin û Trump di forumê da axivî. Trump bi bîr xist ku wî 2 sal berê li vê derê gotibû ku  wan "vegera Amerîkaya mezin" da destpêkirin.

"Pêşketina aboriya Amerîkayê newaze ye"

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku pêşketina aboriyê ya li welatê wî newaze ye.

Li Davosa bajaroka Swîsreyê Foruma Aboriya Dinyayê ya 50emîn hat lidarxistin û Trump di forumê da axivî. Trump bi bîr xist ku wî 2 sal berê li vê derê gotibû ku  wan "vegera Amerîkaya mezin" da destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Trump got, "Amerîka îro ji aliyê aboriyê va pir pêş ketiye û dinyayê berî niha ev pêşketin qet nedîtibû. Ez bi îlankirina vê pêşketinê serbilind im."

Trump di axaftina xwe da li ser bêkariya ku asta wê pir kêm e, destkeftiyên borseyê, peymana bazirganiyê ya ku bi Çînê ra hat mohrkirin, Peymana Amerîka-Meksîka-Kanadayê (USMCA) ku Senatoya Amerîkayê pesend kir sekinî û got ku pêşketina aboriyê ya li welatê wî newaze ye.

Trump got, "Amerîka pêş dikeve, dewlemend dibe, Amerîka dîsa qezenc dike û berî niha ev qas qezenc nedikir."

Donald Trump di axaftina xwe da ragihand ku Amerîka wê beşdarî hewildana li dinyayê trilyonek danîna daran a Foruma Aboriya Dinyayê bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE