Hat ragihandin, Merziye Haşimiya pêşkêşvana Press TVya dewletê ya Îranê ku bi Îngilizî weşanê dike, li Amerîkayê bi "sûcdariyên nediyar" va hat binçavkirin.
Press TVyê da zanîn ku Haşimî ji bo ziyaretkirina malbata xwe çûbû St. Louisa ser eyaleta Missouriyê û li wê derê ji ber "sûcdariyên nediyar" hat binçavkirin.
Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Merziye Haşimî roja yekşemê li Balafirgeha Navneteweyî ya Lamberta St. Louisê hat binçavkirin. Her çend bi awayekî fermî tu sûcek neavêtin stûyê wê jî FBIyê ew şand navendeke binçavkirinê ya li Washingtonê."
AA