Pûtin 15 general ji peywir dûr xistin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn 15 generalên ku li wezaret û saziyên cur bi cur de dixebitin ji peywir dûr xistin.

Pûtin 15 general ji peywir dûr xistin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn 15 generalên ku li wezaret û saziyên cur bi cur de dixebitin ji peywir dûr xistin.

Bi biryarnameya ku Pûtîn îmze kir û di malpera Pergala Agahiya Qanûnî ya Dewletê hat weşandin 15 kesên ku di Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Rewşên Acîl, Serwîsa Girtîgehên Federal û Komîteya Lêpirsînê de di rutbeya general de dixebitiyan ji peywir hatin dûrxistin.

Her wiha bi biryarnameyê Arîkarê Wezîrê Rewşên Acîl Vladlen Aksenov jî ji peywir hat dûrxistin.

Der barê ji peywir dûrxistina generalan de tu daxuyanî nehatin dayîn.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2018, 10:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE