Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 5 generalên ku li hinek wezaret û saziyên rêveberî dikirin ji wezîfeyê avêtin.
Li gorî biryarnameya Pûtîn ya ku di Pergala Zanyariyê ya Qanûna Dewletê hat weşandin, 5 kesên di pileya generaliyê de ku li herêmên cuda cuda yên welat, di cihên weke Wezareta Navxweyî, Wezareta Rewşên Acil, Servîsa Girtîgeha Federal û Komîteya Lêpirsînê de rêveberî dikirin, ji wezîfeyî dûr xist.
Derbarê sedema ji wezîfeyêavêtina generalan daxuyanî nehat dayîn.
AA