Putîn, Aliyev û Paşînyan wê li Moskovayê ser mijara Qerebaxa Çiyayî hevdîtinê bikin

Putîn, Aliyev û Paşînyan wê li Moskovayê ser mijara Qerebaxa Çiyayî hevdîtinê bikin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan wê sibê li Moskovayê ser mijara Qerebaxa Çiyayî hevdîtinê bikin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serwîsa Çapemeniyê ya Kremlînê hat dayîn, hevdîtina sê alî ya 11ê rêbendanê ya Putîn, Aliyev û Paşînyan bi teşebisa Putîn wê çêbibe.

Hat gotin ku ji bo sepandina danezana hevpar a ku her sê pêşengan par di 10ê mijdarê da ji bo Qerebaxa Çiyayî parve kiribûn biaxivin û wê li ser gavên çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li herêmê bisekinin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, wê di hevdîtinê da li ser alîkariya ku wê bidin gelên di şer da zirar dîtine, li ser xurtkirina têkiliyên bazirganî, aborî û gîhandinê jî bisekinin.

Her wiha hat gotin ku Putîn wê cuda cuda bi Aliyev û Paşînyan ra hevdîtinan jî bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE