Putîn emir da ku hêzên pêximker ên Ûris derbasî qonaxa peywira şerê taybet bin

Putîn digel Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu û Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov civiya. Di destpêka civînê da Putîn got ku Rojava di peywendiyên xwe yên Rûsyayê da çalakiyên nedostane kirin.

Putîn emir da ku hêzên pêximker ên Ûris derbasî qonaxa peywira şerê taybet bin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn emir da Wezareta Parastinê ku hêzên pêximker ên artêşa Ûris derbasî qonaxa peywira şerê taybet bike.

Putîn digel Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu û Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov civiya. Di destpêka civînê da Putîn got ku Rojava di peywendiyên xwe yên Rûsyayê da çalakiyên nedostane kirin.

Putîn wiha got, "Qesda min, tengavkirinên nemeşrû yên di warê aboriyê da ne. Peywirdarên payebilind ên welatên NATOyê jî li dijî welatê me daxuyaniyên êrîşkarane didin. Lewma jî ez emir didim Sererkan û her wiha Wezîrê Parastinê ku hêzên pêximker ên artêşa Ûris derbasî qonaxa peywira şerê taybet bikin."

Hêzên pêximker ên artêşa Ûris, çekên nukleerê û fuzeyên hîpersonîk jî dihewînin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE