Putîn ji bo qaşo komarên Donetsk û Luganskê telîmat da artêşa Rûsyayê

Putîn telîmat da artêşa Rûsyayê ku aştiya qaşo komarên Donetsk û Luganskê biparêze

Putîn ji bo qaşo komarên Donetsk û Luganskê telîmat da artêşa Rûsyayê

 Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn telîmat da artêşa Rûsyayê ku aştiya qaşo komarên Donetsk û Luganskê biparêze.

Putîn du biryarnameyên qaşo rêveberiyên alîgirên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê nas dike îmze kir û biryarname di sîstema fermî ya welêt da hat weşandin.

Her biryarnameyek ji 5 xalan pêk tê û hat ragihandin ku Putîn telîmat da artêşa Rûsyayê ku aştiya qaşo komarên Donetsk û Luganskê biparêze û çalakiyan bike.

Wekî mayîn Putîn telîmat da Wezreta Pararstina Rûsyayê ku bira bi aliyên Donetsk û Luganskê ra têkiliyên dîplomatîk dayne û peymanan çêke.

Hat ragihandin ku biryarname ji roja îmze pê va ketin rewacê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE