Pêvajoya ezilkirinê ya derbarê Trump de

Pêvajoya ezilkirinê ya serokê Emerîkayê di Senatoyê de dest pê dike

Pêvajoya ezilkirinê ya derbarê Trump de

Pêvajoya ezilkirinê ya Serokê Emerîkayê Donald Trump do dest pê kir. Trump niha li foruma aboriyê ya li davosê ye. Parêzerên Trump kurtenivîseke xweparastinê ji raya giştî re parve kirin. Parêzeran got, Trump ji bo ezilkirinê tu sûc nekiriye û tavilê Serok ji nav derxin.

Doza ku tê xwestin serokê emerîkayê donald trump ji wezîfeyê bê dûrxistin li senatoyê dest pê dike.

Parêzerên trump kurtenivîsa xweparastinê ya 110 rûpelî bi raya giştî re parve kirin.

Di xweparastinê de hat gotin, sûcdarkirina Demokratan a “Wezîfeya xwe bi cih ne aniye” û “astengkirina birêvebirina kongreyê ” li gorî mekezagonê bê bingeh in.

Parêzeran got, “ Divê Senato demildest van madeyên ezilkirinê red bike û serok ji vê yekê xilas bike”

Her wiha hat gotin, Trump di mijara Ukraynayê de tiştekî xirab nekiriye.

Ji bo Trump pêvajoyeke bilez a darazê tê çaverêkirin.

Senatoyê reşnivîsa qaîdeyên esas ên dozê yên Mitch McConnellê Komarparêz ji raya giştî re parve kir.

Li gorî min ji bo ku alî îdiayên xwe raxin ber çavan wê 2 roj wext bê dayîn. Wext jî bi tavahî 24 saet e.

Piştre senatorên ku dê wek juriyê peywirê bikin dê bikaribin pirsan li aliyan bikin.

Di reşnivîsê de hat diyarkirin ku hewce nake gazî şahidan bikin.

Tê çaverêkirin ku di dengdayîna li lijneya giştî ya Senatoyê de reşnivîs bê qebûlkirin.

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2020, 09:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE