Pêvajoya ezilkirina Trump

Meclisa Nûneran ji Alîkarê Serok Pence xwest ku belgeyan pêşkêş bike...

Pêvajoya ezilkirina Trump

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku demokrat ji bo sûcdarkirina wî bi hêz in; lê ez ê ji vê sûcdarkirinê xelas bibim. Trump îdia kir ku wê demokrat berdêla vê yekê di hilbijartinê de bidin. Meclisa nûneran jî ji Alîkarê Serok Mike Pence xwest ku belgeyên têkiliyên Trump û Ukraynayê pêşkêş bike.

Meclisa Nûneran a Emerîkayê ji Alîkarê Serok Mike Pence xwest ku belgeyên xwe, Trump û Ukraynayê pêşkêş bike.

Komîteyên Têkiliyên Derve, Saloxgerî û Çavdêriyê ya Meclisa Nûneran nameyek ji Alîkarê Serok Pence re şand.

Di nameyê de wiha hat gotin: “Nûçeyên ku niha derdikevin, delîlên ku te peyama Serok Trump biriye Ukraynanê yan jî gihandiye wan, xurtir dikin.”

Di mektûbê de hat diyarkirin ku li gorî hin xeberan, Pence jî wexta xeberdana Trump û serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy de hazir bûye. Di derheqê meseleya hevdîtina bi Zelensky a li Varşovayê de ji Pence agahî hat xwestin.

Lijneyê, berê jî ji Wezîrê Karên Derve Pompeo heman tişt xwestibû lê Pompeo pêşkeşkirina belgeyan 3 caran red kir.

Senatorê Komarparêz Mitt Romney jî derheqê axaftina bi Zelensky re de, rexne li Trump girt.

Serok Trump bersiv da û got “ev tiştekî normal e, min ji Çîn û Ukraynayê xwest tenê derheqê gendeliyê de lêkolînê bikin. Daxwaza min a ji herdu welatan, ne ji bo armanceke siyasî bû.”

Trump got: “Hejmara demokratan zêde ye, dikarin min sucdar bikin, lê ez ê li senatoyê beraat bikim.”

Û Trump wiha pê de çû: “Piraniya Demokratan naxwazin beşdarî dengdanê bibin, lê wê li dû serokên xwe herin û li dijî min deng bidin. Ev yek wê di hilbijartina serokatiyê de derbeke mezin li demokratan bixwe. “

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE