Qaşo waliyê Bexdayê yê DEAŞê hat kuştin

Terorîst Ebdulselam Hamed Hemmûdê ku li gor gotinê qaşo waliyê Bexdayê yê DEAŞa rêxistina terorê ye, li wilayeta Enbarê hat kuştin...

Qaşo waliyê Bexdayê yê DEAŞê hat kuştin

Hat ragihandin ku terorîst Ebdulselam Hamed Hemmûdê ku li gor gotinê qaşo waliyê Bexdayê yê DEAŞa rêxistina terorê ye, li wilayeta Enbarê hat kuştin.

Heyeta Heşda Şebî daxuyanî da û got ku hêzên girêdayî wan terorîst Ebdulselam Hamed Hemmûdê ku qaşo waliyê Bexdayê yê DEAŞê ye, kuşt.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Hemmûd beriya ku xwe biteqîne, alîkarê wî 6 parêzvanên wî hatin girtin, piştî lêpirsînan li gor agahiyên hatin bidestxistin di nav kesên kuştî da Hemmûdê qaşo waliyê Bexdayê yê DEAŞê hat tesbîtkirin.

Hat gotin ku cesed şandin Fermandariya Operasyonên Hevpar a Artêşa Iraqê, lê der barê Hemmûd da hê tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE