Qederê 22 hezar û 800 eskerên artêşa Rûsyayê hatine kuştin

Sererkaniya Ukraynayê: Qederê 22 hezar û 800 eskerên artêşa Rûsyayê hatine kuştin

Qederê 22 hezar û 800 eskerên artêşa Rûsyayê hatine kuştin

Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê qederê 22 hezar û 800 esker, 187 balafir, 155 firoke û 970 tank ji dest dane.

Sererkaniya Ukraynayê der barê ziyanên artêşa Rûsyayê yên di navbera 24ê Sibatê û 28ê Nîsanê da agahî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 400 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

Hat diyarkirin artêşa Rûsyayê heta niha 22 hezar û 800 esker, 187 balafir, 155 firoke, 970 tank, 2 hezar û 389 wesaîtên bizirx, 431 top, 151 pergalên rokêtavêjê û 71 pergalên parastina asîmanî ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê hêzên Rûsyayê hezar û 688 wesaît, 8 keştî û kelek, 76 wesaîtên sotemeniyê û 215 wesaîtên bêmirov yên asîmanî wenda kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25 Adarê da ragihandibû ku li Ukraynayê hezar û 351 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE