Qedexeya şelpeyê ya li Awistiryayê

Xwendekarên dibistana seretayî nikarin serê xwe bigirin

Qedexeya şelpeyê ya li Awistiryayê

Zordestiyên rojava yên li ser misilmanan zêde dibin. Awistiryayê got; heke mamoste li gorî qedexeya şelpeyê tevnegerin û giliyî wan zarokan nekin, wê li wan doz vebe. li Senegala li rojavayê Efrîkayê jî dibistana fransayê ya katolîk bikaranîna şelpeyê qedexe kir. Wezîrê Perwerdeyê yê Senegalê bertek nîşanî qerarê da.

Awistiryayê dijminatiya xwe ya li dijî Misilmantiyê careke din nîşan da.

Wezareta Perwredeyê ya Awistiryayê qerara xwe şand dibistanên seretayî.

Got mamoste wê mecburî qedexeya şelpeyê bi cih bînin.

Lê hin mamoste qerarê qebûl nakin.

Wezaretê gef li wan xwar û got ew ê bi hinceta ku “karê xwe dirûst nakin” doz wan were vekirin.

Li Awistiryayê ji bo zarokên heta 10 salî sergirtin qedexe ye.

Heke li gorî qanûnê tevnegerin, dewlet wê li malbatên zarokan heta 440 awroya ciza dibire.

Li dewleta Efrîkî Senegelê jî dibistana Katolîk a Fransayê qerareke li dijî Îslamê da.

Enstîtûya Şixulandinê ya Ewropayê ku navenda wê li Fransayê ye, ji bo nimêja li dibistanê qedexe anîbû.

Niha jî dibistana Fransayê şelpeyê qedexe dike.

Li paytext Dakarê, Dibistana Katolîk a Fransayê nehîşt xwendekarên sergirtî têkevin dibistanê.

Wezîrê Perwredeyê yê Senegalê Mamadu Talla bertek nîşan da.

Talla got; qerar li dijî rêzika laîkbûnê ye, divê dibistana Fransayê rêzê li hemû baweriyan bigre.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE