Qerara Pakistanê ya derbarê FETÖ’yê de

Dibistanên FETÖ’yê yên li Pakistanê dewrî Weqfa Maarifê ya Tirkiyê bûn...

Qerara Pakistanê ya derbarê FETÖ’yê de

Pakistanê FETÖ’yê wek “rêxistina terorî” nas kir û qerar hat sepandin. Dibistanên fetö’yê yên li pakistanê, dewrî weqfa maarîfê ya tirkiyê bûn.

Serok Recep Tayyip Erdoğan: Pakistanê jî FETÖ wek rêxistina terorî nas kir. Ji vê û pê de jî dibistanên ku li wir hatibûn girtin dê dewrî weqfa me bibin. Niha jî ev pêvajo dest pê dike.”

Tirkiyê xwest, Pakistanê ji bo FETÖ’yê got “rêxistina terorî”.

Piştî vê biryarê jî Pakistanê hemû dibistanên FETÖ’yê yên li wirê dewrî Weqfa Maarîfê ya Tirkiyê kir.

Dadgeha Bilind a Pakistanê hefteya berê qerar dabû û di çarçoveya vê qerarê de dibistanên FETÖ’yê dewr kirin.

Parêzerekî Pakistanî ji bo FETÖ wek rêxistina terorî bê naskirin serlêdaneke şexsî kir. Di dozê de qerar hat dayîn.

Dadgehê biryar da ku 28 dibistanên FETÖ’yê dewrî Weqfa Maarîfê bibin.

Dadgehê qerara xwe şand Wezareta Karên Navxweyî û piştî hefteyekê dibistanên FETÖ’yê dewrî Weqfa Maarîfê bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE