"Qesra Sedam" a li Babîla bajarê antîk şahidiya demeke qedyayî dike

"Qesra Sedam" a li Babîla bajarê antîk şahidiya demeke qedyayî dike

 "Qesra Sedam" a li Babîla bajarê antîk li ser gir hatiye avakirin rêça demeke qedyayî nîşanî heyama me dide.

Qesra Sedam a li di heyama Şerê Kendavê yê 1990î da ligel ambargoyê û krîza aboriyê bi mîmariya taybet hat avakirin her çiqasî di van demên dawîn da nayê paqijkirin jî eleqeya turîstan dikişîne.

Qesra li navenda Babîle ya 100 kîlomêtro li dûrî Bexdaya paytextê Iraqê ji serê gir li Çemê Feratê mêze dike.

Berê li dora qesrê ciyên ku malbat lê rûnin û dema xwe derbas bikin hebûn, şaredarî li van deran xweyî dernakeve. Li vê derê xêncî çend dezgehên seyar ên xwarin û xurekê difroşin hema bêje tu tiştek tune. Xêncî çalakiyên civakî kesek nayê bajarê antîk jî.

Qesra Sedam a li navenda bajarê antîk ê 4 hezar salî ji 4 qatan pêk tê. Li arîgê qesrê nexşên dara xurmeyê hatine neqişandin. Dîwarên qesrê bi nivîs û resman hatine xêzkirin, li erdê jî parçeyên avîzeyên bêhempa yên hatina şikestin hene.

- Hêzên Amerîkayê hetanî sala 2011an qesr wekî baregeh bi kar anîn

Beriya sala 2003yan ne ku ziyaret bikin destûr nedidan ku gel were ji dûr va jî bibîne. Tê îdiakirin ku avakirina qesrê 4 salan li ber xwe da û piştî avakirinê Sedamê serokê jitextdaxistî bi tenê carekê hat vê derê.

Hêzên Amerîkayê ji 2003yan hetanî 2011an qesr wekî baregeh bi kar anîn û destûr nedan ku gel were ziyaretê. Niha jî kesên tên ziyareta bajarê antîk bi rihetî li qesrê digerin.

Meqamên Iraqê dixwazin ku qesrê wekî "berhema dîrokî" û navenda televizyonê bi kar bînin lêbelê partiyên siyasî di vê mijarê da li hev nakin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE